Bi mûşekan êrîşî navendeke din ya Amerîkayê hate kirin

çend leşkerên Îraqî birîndar bûne
کوردستان TV
100%

Şeva derbasbûyî li Bakûrê Bexdayê bi mûşekan êrîşî ser navendeke leşkerî ya Amerîkayê hate kirin.

Li gor jêderên ewlekarî duhê bi şev çekdarên nenas bi mûşekên ji cureya Katoşiya êrîşî navenda leşkerî ya hêzên esmanî yên Amerîkayê ya li Bakûrê Bexdayê kirine.

Jêderên ewlekarî behsa vê yekê kirine ku di êrîşa han de yaku bo ser navenda leşkerî ya Beled hatiye pêkanîn çend leşkerên Îraqî birîndar bûne.

Ev navenda han ya leşkerî cîhî mayîna balefirên F16 ya Îraqê ye û hêzên Amerîkî li vê navendê di warê bikar anîn û temîr kirina balefirên F16 de hevkariya artêşa Îraqê dikin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.