HRE:Di çalakiyên hêzên me de 4 çete hatin kuştin, 8 çete birîndar bûn

bi awayekî rojane dijî çeteyan çalakî tên kirin
کوردستان TV
100%

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiyên hêzên wan de, 4 çete hatin kuştin û 8 çete jî birîndar bûn.

HRE`yê têkildarî mijarê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye: Hêzên me li hember artêşa dagirker û çeteyên wê çalakî û operayonên xwe yên li herêma Efrîn û derdora wê didomînin. Di vê çarçoveyê de yekîneyên me di dîrokên 9 û 10`ê Çileyê de li hember komên çete rêzaçalakiyên bi bandor li dar xistin.

Hêzên me di dîroka 9`ê Çileyê de li Marê li hember komek çete 2 çalakiyên sekvanî pêk anîn. Di encama çalakiyê de herî kêm çeteyek hat kuştin, çeteyek brîndar bû. Di heman dîrokê de yekîneyek me li gundê Cilbirê a ser bi navçeya Şêrawa li dijî baregehek çeteyên artêşa dagirker çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de çeteyek girêdayî koma bi navê Cebhe El-Şamiye hat kuştin, çeteyek û leşkerek brîndar bûn.

Yekîneyên me di dîroka 10`ê Çileyê de 3 çalakiyên bi bandor li dar xistin. Di encama çalakiyan de; li gundê Vîla Qadî a ser bi navçeya Şera 3 çeteyên koma Cebhe el-Şamiye brîndar bûn.

Li gundê Meydankê a ser bi navçeya Şera di encama serdegirtina hêzên me a li ser baregeha koma bi navê Feylaq El-Şam de çeteyek hat kuştin, 2 çete brîndar bûn.

Li ser rêya gundê Hecîka a navçeya Raco de, di encama çalakiyê de çeteyek bi navê Mihemed Kean ê girêdayî koma Firqet Hemze hat kuştin.”

Anha

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.