Li Îranê dîsa li dijî rejîmê xwepîşandan hate kirin

Amerîka û Brîtanya jî piştgîriya xwepîşanderan dikin
کوردستان TV
100%

Duhê bi şev li Tehran û çend bajarên din yên Îranê hijmareke zêde xelk bo diyar kirina dilgiraniya xwe ya li hember xistina balefireke Ukraynî ji aliyê spaha pasdaran ve xwepîşandan kir lê piştî demeke kêm xwepîşandan vegeriya bo xwepîşandana dijî rejîma Îranê.

Xwepîşander diroşmeyên dijminê me rejîma Îranê ye ne Amerîkaye, lazime rejîm were hilweşandin, mirin bo Xamneyê qiriyan.

Xwepîşandan di demeke gelek kêm de li seraserê Tehranê belav bû û hêzên ewlekarî jî êrîşî ser xwepîşanderan kirin lêbelê heta niha ti zaniyarî derbarê girtî anjî kuştiyan de ne hatine belavkirin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.