Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî kir.
Di civînê de her du alî behsa rewşa deverê, bûyer û pêşhatên dawî yên Îraqê û bûyerên destpêka sala nû yên ku li Îraqê qewmî bûne û bandora wan li ser rewşa giştî kir.
Herwiha behsa aloziyên navbera Amerîka û Îranê, xwepîşandanên, têkiliyên navbera Îraq û welatên cîran, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û diyaloga heyî ya bo çareser kirina wan kêşeyan hate kirin.
Giringiya berdewamiya hemahengî û piştgîriya civaka cîhanî bo Îraqê û herêma Kurdistanê di şerê dijî DIŞIê de, metirsiya dubare serhildana terorê, liv û tevgerên terorîstên DIŞIê li deverên ku di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê dene, mijarên din yên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin