Îran: Balefire Ukraynî me xistiye erdê

spaha pasdaran balefir xistiye erdê
کوردستان TV
100%

Îro çapemeniya fermî ya rejîma Îranê li ser zarê rayedarên spaha pasdaran ya Îranê ragihand ku, ev balefira Ukraynî yaku li Tehranê hatibû ketin ji aliyê spaha pasdaran ve hatiye xistin.

Çapameniya Îranê eşkere kiriye ku rayedarên spaha pasdaran diyar kirine ku ev balefire bi şaştî ji aliyê spaha pasdaran ve hatiye xistin.

Weke tê zanîn roja çarşema derbasbûyî balefireke Ukraynî li Tehranê keti bû û di encam de 180 kes canê xwe ji dest dabûn.

Rayedarên Îranê ew yek red kiribûn ku balefir hatibû xistin lêbelê piştî belav bûna belgeyan îro Îran li xwe mokir hat û ragihand ku balefir ji aliyê spaha pasdaran ve hatiye xistin.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.