Tirkiye 20 hezar ton berhemên erdî yên Rojavayê dibe

navenda berhemên çandiniyê ya Tirkiyeyê ev biryar daye
کوردستان TV
100%

Rejîma Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê piştî dagîr kirina hin deverên Rojavayê Kurdistanê, vê carê jî dest kirine bi birina berhemên curbicur yên Rojavayê Kurdistanê.

Di vê derbarê de ajansa Sputînk ya Rûsî belav kir ku piştî dizîna zeytûnên Efrînê ji aliyê cîhadiyan û artêşa Tirkiyeyê ve, vê carê jî heman cîhadî li ser daxwaza navenda berhemên çandinî weke genim, cû, û dexil û danê, ya Tirkiyeyê daxwaz ji wan cîhadiyan kiriye daku 20 hezar ton berhemên erdê ji deverên dagîrkirî bibin Tirkiyeyê.

Jêder behsa vê yekê dike ku navenda berhemên çandî li Urfayê tender bo birina berhemên Rojavayê bo Tirkiyeyê daniye û kompaniya ku vê karê bike vê li gel cîhadiyan hevbeş be.

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.