Civîna her sê Serokatiyan bi dawî hat

dibêje lazime kêşe bi diyalogê werin çareserkirin
کوردستان TV
100%

Îro her sê Serokatiyên Kurdistanê civiyan û piştî bi dawî hatina civînê de daxuyaniyek hat weşandin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di civînê de dilgiranî li hember aloz bûna rewşa deverê hatiye diyarkirin jiber ku di demekê de dever rastî ev aloziyên han hatiye ku teror jî xwe bihêztir kiriye û ev yek jî metirsiyeke raste raste bo ser Kurdistan, Îraq û deverê.

Derbarê bûyerên çend rojên derbasbûyî û  bûyerên îro çarşem, Kurdistan tekez li ser vê yekê dike ku rêbazên leşkerî ne çareserin û ti kêşeyek bi rêbazên leşkerî nayê çareserkirin.

Herêma Kurdistanê dixwaze kêşeyên heyî bi rêyên aştiyane û diyalogê werin çareserkirin û daxwaz ji tevahiya aliyan jî tê kirin daku Kurdistan ji kêşe û aloziyên xwe bidûr bigirin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.