Amerîka balefirgeheke taybet bo balefirên B52 çê dike

niha 6 balefir li deriyaya Hindê hatine bicîhkirin
کوردستان TV
100%

Jêderekî ewlekarî ku nexwestiye navê xwe eşkere bike ji ajansa Sûmeriye news re ragihandiye ku niha hêzên Amerîkî yên li Enbarê dest bi berfire kirin û baştir kirina balefirgeha leşkerî ya Eyn Esed li Rojavayê parêzgeha Enbarê kiriye.

Ev jêder diyar kiriye ku Amerîka dixwaze ev balefirgeha han bike navendek bo balefirên xwe yên şer yên B52 ku metirsîdartirîn û mezintirîn balefirên şer yên cîhanê ne. Ji aliyeke din ve hate zanîn ku Amerîka 6 balefirên B52 li deriyaya Hindê bicîh kiriye.

Weke tê zanîn parlementoya Îraqê biryara der kirina hêzên Amerîkî ji Îraqê pejrandiye û Serokê Amerîkayê jî dibêje eger Îraq me neçarî vekêşînê ji Îraqê bike vê demê dorpêçên gelek dijwar li ser Îraqê deyinin lê îro jî wezîrê berevanî yê Amerîkayê Mark Esper diyar kir ku ti pilaneke Amerîkayê bo vekêşînê ji Îraqê tuneye.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.