Mark Esper: Em ji Îraqê venakêşin

dibêje me ti biryareke wisa nedaye
کوردستان TV
100%

Wezîrê berevanî yê Amerîkayê Mark Esper piştî belav bûna nûçeyek ku behsa vê yekê dikir ku Amerîka biryar daye hêzên xwe ji Îraqê vekêşe, ragihand ku ti pilan û biryareke Amerîkayê ya bi vê rengî tuneye.

Mark Esper herwiha eşkere kir ku heta niha rayedarên Amerîkayê derbarê vekêşana hêzên Amerîkî ji Îraqê ti biryareke fermî nedane.

Duhê Serokê Amerîkayê Donald Trump jî diyar kiribû ku eger Îraq Amerîka neçar bike daku ji Îraqê vekêşe vê demê Amerîka ceza û dorpêçên gelek dijwar li ser Îraqê deyne.

Beriya du rojan parlementoya Îraqê li ser daxwaza Îranê bi dengên aliyên şîe proje biryara vekêşana Amerîkayê ji Îraqê pejrandi bû.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.