Trump besifa gefên Îranê da

dibêje me 52 xal diyar kirine ku emê li wan bidin
کوردستان TV
100%

Serokê Amerîkayê Donald Turmp duhê bi şev di peyameke xwe de yaku li ser twitterê belav kiriye, bersifa gefên Îran û hizbulaha Îraqê da.

Trump nivîsandiye ku sedema kuştina Qasim Silêmanî pêşî girtin ji derketina şer bûye lê niha Îran gefan dike.

Trump diyar kiriye ku vê bi çekên nû û pêşkeftî êrîşî Îranê bikin û derbeke gelek dijwar li Îranê bidin.

Trump eşkere kiriye ku eger Îran gavek bavêje vê demê vê Amerîka bilez bersifeke gelek dijwar bide Îranê û niha Amerîka 52 xalên girîng yên Îranê destnîşan kiriye ku êrîşî ser wan bike û hinek ji wan xalan jî di nava axa Îranê bo xwe dene.

Weke tê zanîn Îran eşkere kiribû ku vê întîqameke gelek dijwar bistîne û hizbulaha Îraqê jî biryar daye ku îro êwarê dest bi êrîşên xwe yên bo ser hêz û navendên Amerîkî bike.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.