Parlementoya Îraqê îro biryarek derbarê hêzên Amerîkî de die

aliyên şîe piştgîriya vê projeyê dikin
کوردستان TV
100%

Biryare îro parlementoya Îraqê bicive û di civînê de giftûgo li ser proje biryara derxistina hêzên Amerîkî li Îraqê bike.

Ev proje biryar ji aliyê rayedarên şîe ve hatiye amadekirin û daxwaz dikin ku parlementoya Îraqê biryar li ser derkirina hêzên Amerîkî li Îraqê bide.

Duhê Seroka firakisyona PDKê li parlementoya Îraqê de Viyan Sebirî diyar kiriye ku firakisyonên Kurdistanî deng bi vê proje biryarê nadin.

Ji sala par ve hin aliyên şîe yên ser bi Îranê daxwaza pejrandina vê proje biryarê dikirin lêbelê aliyên din yên Îraqê pêşwaziya vê yekê nedikirin lê piştî kuştina Qasim Silêmanî û Mehdî Muhendis tê payîn ku piraniya aliyên şîe îro deng bi vê proje qanûnê bidin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.