Duhê hizbulaha Îraqê daxuyaniyek weşand û ragihand ku vê dest bi êrîşên xwe yên bo ser navend û hêzên Amerîkî yên li Îraqê bikin.
Hizbulaha Îraqê diyar kiriye ku vê êwara roja yekşemê êrîşên wan yên bo ser navend û hêzên Amerîkî destpê bikin û daxwaz ji xelkê sivîl û hêzên ewlekarî yên Îraqê kiriye daku xwe ji navend û hêzên ewlekarî yên Amerîkayê bidûr bixin.
Weke tê zanîn ev gefên hizbulahê piştî kuştina Qasim Silêmanî û Ebu Mehdî Muhendis hatine xwarin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin