Piştî bûyerên li Bexdayê û kuştina hijmarek fermandarên Îranî û Îraqî yên ku pilana êrîş kirine ser leşkerên Amerîkî û balyozxaneya Amerîkayê amade kiribûn, NATO daxuyaniyek weşand.
NATO di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku jiber rewşa aloz ya Bexdayê, biryar daye hevkariyên xwe yên perwerdehî û locistîkî yên bo artêşa Îraqê rawestîne.
Beriya niha hikûmeta Almanyayê jî biryareke wisa dabû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin