Brîtanya daxwaz ji welatiyên xwe dike neçin Îraqê

dibêje biçin Hewlêrê liwir parastîne
کوردستان TV
100%

Hikûmeta Brîtanyayê daxuyaniyek belav kiriye û têde daxwaz ji welatiyên xwe kiriye ku nabe bi ti awayî serdana Îraqê bi taybetî Bexda û Başûrê Îraqê bikin.

Hikûmeta Brîtanyayê di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku rewşa Îraqê gelek aloz û metirsîdare lewre lazime welatiyên Brîtanî serdana Bexda û Başûrê Îraqê nekin.

Hikûmeta Brîtanyayê diyar kiriye ku welatiyên Brîtanî dikarin serdana Kurdistanê bikin lêbelê nikarin serdana Îraqê bikin jiber ku rewşa vê welatî aloz û nediyare.

Piştî kuştina Qasim Silêmanî û çend berpirsên din yên heşda şebî, gelek welat, huşdarî dane welatiyên xwe ku neçin Îraqê.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.