Daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser kuştina Qasim Sulêymanî

dibêje em qebûl nakin Îraq bibe qada şerê navbera welatên din
کوردستان TV
100%

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, ew qebûl nakin Iraq bibe qada yekalîkirina rikberiya welatan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî bûyer û êrîşên wê dawiyê yên li Kerkûk, Qaîm û li pêşiya Balyoxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê û kuştina Fermandarê hêza Quds ya pasdarên Îranê Qasim Sulêymanî û cîgirê fermandeyê Heşda Şebî ya Iraqê Ebû Mehdî Mihendis û alozî û pêşhatên piştî wan bûyeran de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de tê gotin, Serokatiya Herêma Kurdistanê wan pêngavan red dike ku li ser axa Iraqê welatên din hesabên xwe yekalî bikin û Iraq bibe qada yekalîkirina rikeberiyên welatan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje: "Bûyerên vê dawiyê yên Kerkûk, Qaîm û li pêşiya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê nîşan in ji bo alozbûna bêtir a rewşa Iraqê û çendîn kirdar û bertek li pey xwe anîn. Her ji ber vê yekê, em wan pêngavan red dikin ku li ser axa Iraqê welatên din hesabên xwe yekalî bikin û serweriya Iraqê bê binpêkirin, ku di encamê de General Qasim Sulêymanî Fermandarê Supaya Quds û Ebû Mehdî Muhendis Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî û hevrêyên wan bûne qurbanî, ku wan her du kesan di çend salên bihurî de xwediyê roleke berçav di şerê li dijî terorîstên DIŞIê de bûn."

Di daxuyaniyê de daxwaz ji welatan tê kirin, ku rikeberiyên xwe ji Iraqê dûr bikin û pirsgirên xwe bi gotûbêjê çareser bikin û tê gotin: "Nabe Iraq bibe qada yekalîkirina rikeberiya welatan. Em daxwaz dikin pirsgirêkên xwe bi gotûbêjê çareser bikin û rêz li Iraqê û serweriya wê bê girtin. Berdewamiya vê aloziyê û kirdar û bertekan, Iraq û navçeyê ber bi rêyeke tarî û paşerojeke nexuya ve dibe û dibe sedema vejandin û bihêzkirina hêzên tundrew û terorîstî yên wek DIŞIê."

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha dibêje: "Di vê rewşa aloz û hestyar de em daxwaz ji hemû aliyan dikin, aram û li ser xwe bin û rê li geşedana metirsiyan bê girtin."

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.