Reuters: Amerîka 3000 leşkerên din dişîne Rojhilata Navîn

duhê jî 750 leşkerên din yên Amerîkî gehêştine Bexdayê
کوردستان TV
100%

Karbidestên Amerîkî roja Înê ragihandin ku ewê wek pêşîgirtina gefên hember hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn, 3,000 leşkerên din bişînin wê herêmê.

Karbidestên ku nexwest navê wan were eşkere kirin, ji Reutersê re got ku hêzên nû tev li 750 leşkerê Amerîkî bin ku demeke zûtir ya vê heftê ji Kuweytê re hatibûn şandin.

Karbidestên Îranê, piştî kiştina qumandarê Hêza Qudsê Qasim Silêmanî ji alîyê Îraqê ve, gotibû ku ewê heyfa kuştina Silêmanî bi tundî ji Amerîka hilînin.

Reutersê îro berî hemî ajansan ragihandibû ku Wezîrê Berevanî yê Amerîka Mark Esper behnvedana xwe ya plankirî, jiber aloziyên zêdebûyî yên ligel Îranê betal kiriye.

Amerîka berê jî dijî hêza Ketayîb Hîzbulah êrîşên esmanî pêk anîbûn û herî kêm 25 kes kuştibûn û 55 kesên din jî birîndar kiribûn, piştî ku karmendekî Amerîkî di êrîşeke roketî de li bingeheke leşkerî ya Îraqê hatibû kuştin.

Serokwezîrê Îraqê Adil Abdul Mehdî, kuştina Silêmanî û Muhendîs wek karekî neyarane û dijî serwerîya Îraqê bi nav kiribû.

Mehdî gotibû: Amerîka bi wê êrîşê peymana hêlana hêzên xwe li nava Îraqê binpê kiriye. Ezê ser vê mijarê daxwaza civîneke awarte ji parlamanê bikim.

Voa

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.