Parlementoya Îraqê derbarê hêzên Amerîkî de dicive

vê sibê parlemen bicive û biryarek derbarê hêzên Amerîkî de bide
کوردستان TV
100%

Biryare sibê yekşem parlementoya Îraqê bicive.

Li gor jêderan di civînê de yaku li ser daxwaza aliyên şîe tê lidarxistin, vê giftûgo li ser hebûna hêzên Amerîkî li Îraqê û kuştina Qasim Silêmanî û Mehdî Muhendis were kirin.

Aliyên şîe proje qanûnek amade kirine ku têde daxwaz dikin hêzên Amerîkî ji Îraqê werin derxistin.

Serokatiya parlementoya Îraqê jî diyar kiriye ku vê di civînê de giftûgo li ser destdirêjiya Amerîkayê ya bo ser serweriya Îraqê were kirin.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.