Welatên Ewrûpî daxwaz ji welatiyên xwe dikin ji Îraqê derkevin

rewşa Bexdayê gelek aloz bûye
کوردستان TV
100%

Piştî bûyera kuştina Qasim Silêmanî û Ebu Mehdî Muhendis û hijmareke din ji rayedarên heşda şebî û hizbulaha Îraqê ji aliyê Amerîkayê ve, welatên cîhanê jî tedbîrên hewce bo ewlekariya welatiyên xwe yên li Îraqê distînin.

Di vê çarçoveyê de welatên Ewrûpî weke Almanya, Holenda û Franse daxwaz ji welatiyên xwe yên li Îraqê kirine daku bilez ji Îraqê derkevin.

Ew welatên han daxwaz ji welatiyên xwe kirine ku eger derfeta derketinê ji Îraqê li Bexdayê de nemaye, bila biçin Hewlêrê.

Ji aliyeke din ve wezareta derve ya Amerîkayê jî diyar kiriye ku balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê çalakiyên xwe rawestandine û welatiyên Amerîkî dikarin li Konsulusxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê karûbarên xwe cîhbicîh bikin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.