Amerîka hêzeke zêdetir dişîne Îraqê

750 leşkerên din gehêştine Bexda
کوردستان TV
100%

Piştî kuştina her yek ji Fermandarê spaha Qodis ya Îranê Qasim Silêmanî û Fermandarê heşda şebî Ebû Mehdî Muhendis ji aliyê Amerîkayê ve, hate zanîn ku Amerîka bo parastina ewlekariya hevpeyman û welatiyên xwe, hêzeke zêdetir dişîne Îraqê.

Li gor jêderên nûçeyan Amerîka biryar daye daku 750 leşkerên din yên xwe bişîne Îraqê.

Ji aliyeke din ve ajansa nûçeyan ya Franspress belav kiriye ku jêderên Amerîkî diyar kirine ku ev 750 leşker gehêştine Bexdayê.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.