Li Bexdayê xwepîşandan li dijî Amerîkayê dest pê kir

ala Amerîkayê şewitandine û balyozxane dorpêç kirine
کوردستان TV
100%

Îro sêşem li Bexdayê hijmareke endamên heşda şebî, hizbulaha Îraqê û kesûkarên wan kesan ku di êrîşên Amerîkayê de hatibûn kuştin, li devera Kesik ya li Bexdayê li dijî Amerîkayê dest bi xwepîşandan kirin.

Di xwepîşandanê de hijmareke rayedarên heşda şebî weke Hadî Amerî û Mehdî Muhendis jî beşdarin.

Jêder behsa vê yekê dikin ku xwepîşander ala Amerîkayê li berdem balyozxaneya Amerîkayê şewitandine û balyozxaneya Amerîkayê dorpêç kirine.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.