Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir derbarê êrîşên Amerîkayê yên bo ser navendên leşkerî yên hizbulaha Îraqê û heşda şebî, diyar kiriye ku ev êrîşên han binpê kirina serweriya Îraqê ye û ev yek nayê qebûlkirin.
Sedir herwiha eşkere kiriye ku rê nade Îraq bibe beşek ji şerê navbera Îran û Amerîkayê û amadeye bi rêyên siyasî û qanûnî hêzên Amerîkî jî Îraqê der bixe.
Sedir herwiha daxwaz ji aliyên siyasî yên Îraqê kiriye daku bibin yek û bihevre hêzên Amerîkî ji Îraqê derbixin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin