Li gor amarên ku ji aliyê birêveberatiya deriyê sînorî yê Hac Omeranê ve hatine belavkirin, prosesa hatûçûyê li vê deriyê zêde bûye.
Li gor daxuyaniyê rojane 3 hezar û 600 kes ku weke torîst navên xwe tomar kirine bi rêya vê deriyê hatûçû dikin.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku hilgirtina vîzeya Îranê bûye sedema vê yekê daku welatiyên Kurdistanê weke torîst zêdetir serdana Îranê bikin û herwiha jiber hatina sersalê û asankariyên ku li deriyê bo torîstan hatine kirin, hijmareke zêde welatiyên Îranî jî serdana Kurdistanê dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin