Di 2019an de van kesayetên girîng koça dawiyê kir

hinek ji wan nivîskar û hinek jî hunermend bûn
کوردستان TV
100%

 Di sala 2019an de ji cihana siyasî, rewşenbîrî,edebî û hunerî ya Kurdî gelek navên girîng koça dawiyê kirin. Silo Qiz, Keremê Anqosî, Dengîr Mîr Mehmeh Firat, Izeddîn Mistefa Resûl û Ebdulhemîd Hecî Derwîş, Husên Mawîlî

    Hunermend û çavdêrê Komkujiya Dêrsimê ya sala1938an Silo Qiz di 14ê Berfanbarê de di 104 saliya xwe de li Dêrsîmê koça dawiyê kir.

    Sekreterê Partiya Demokrata Pêşverû Ebdulhemîd Hecî Derwîş 24ê Cotmehê koça dawî kir.

    Nivîskar û mamosteyê Kurd Prof. Dr. Izeddîn Mistefa Resûl 3yê Cotmehê ser dilovaniya Xwedê.

    Nivîskar, rewşenbîr, muzîkjen, weşangêr, dîroknas Keremê Anqosî, 2yê Cotmehê li bajarê Tiflîsê yê Gurcistanê di 81 saliya xwe de koça xwe ya dawî kir.

    Helbestkarê Kurd ê naskirî Mihemed Omer Osman naskirî bi navê Jeneralî Payîz (Generalê Payîz) 23yê Cotmehê li Silêmaniyê bi destê xwe dawî li jiyana xwe anî.

    Dengbêjê payîzokan, kesê payîzok bi kurdan dan hezkirin, dengê xwediyê payîzoka "Heyran Jaro" Fadilê Cizîrî 26ê Tîrmehê li Batmanê çû ser dilovaniya Xwedê.

    Siyasetmedarê Kurd, Cîgirê Serokê Giştî yê AKPê yê berê û Parlementerê HDPê yê Mêrsînê yê berê Dengîr Mîr Mehmet Firat, 12ê Tîrmehê li Enqerê koça dawiyê kir.

    Helbestkarê kurd Ferhan Hisê (Seydayê Dilbirîn) di 25ê Nîsanê de, li bajarê Qamişlo di 73 saliya xwe de koça dawiyê kir.

    Pêşmergeyê Komara Kurdistanê ya Mehabadê û pasevanê pêşewa Qazî Mihemed, Husên Mawîlî ji ber nexweşînê 8ê Hezîranê di 88 saliya xwe de wefat kir.

    Niviskar û siyasetmedarê kurd Ehmedê Dirihî (Ahmet Kasimoglu) 13ê Gulanê koça dawiyê kir.

PeyamaKurd

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.