Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Emîndarê giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê kir ku ev jî tekesta vê peyamê ye;
Birêz Mamoste Selahedîn Behadîn
Bi minasebeta lidarxistina kongreya 8an ya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û dubare hilbijartina we bo postê Emîndariya giştî, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî we, Serkirdatiya nû û tevahiya endamên YIK dikim.
Hêvî dikim serkeftina kongreyê bibe sedema karên zêdetir yên YIK û tevahiya aliyên Kurdistanî yên bo pêşde birina tebayî û yekhelwestî li ser pirsên netewî û xizmet kirina welatiyên herêma Kurdistanê.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
29/12/2019
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin