Li Somalî herî kêm 90 kes hatin kuştin

beşek ji kuştiyan xwendekarin
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên çapemeniya cîhanî di encama teqîna tirimbîleke bombekirî de herî kêm 90 kes hatine kuştin.

Çapemeniya cîhanî eşkere kiriye ku teqîn bi rêya kamiyoneke bombekirî li berdem navendeke kontrol kirinê ya li paytexta Somalî pêk hatiye.

Ji aliyeke din ve wezareta derve ya Somalê diyar kiriye ku beşeke ji kuştiyan xwendekar bûne.

Her çend heta niha ti aliyekî berpirsiyartiya teqînê li xwe negirtiye lêbelê rayedarên Somalî dibêjin Elqaîde ev teqîn pêk aniye.

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.