Amerîka: Çekdarên Îranî êrîş pêk anîne

dibêje çekdarên ser bi Îranê êrîş pêk anîne
کوردستان TV
100%

Piştî ku duhê bi şev êrîşî ser navenda leşkerî ya K1 ya Amerîkayê li Kerkûkê hate kirin, îro rayedarên Amerîkî derbarê êrîşê de daxuyanî dan.

Li gor daxuyaniyên rayedarên Amerîkî ev êrîş ji aliyê çekdarên Îraqî yên ser bi Îranê ve hatiye pêkanîn.

Rojnameya New York Tames li ser zarê rayedarên Amerîkî belav kiriye ku îstîxbarata Amerîkayê diyar kiriye ku ev êrîşa ku li ser hêzên Amerîkî hatiye kirin, ji aliyê çekdarên Îraqî yên ser bi Îranê ve hatiye pêkanîn.

Weke tê zanîn duhê bi 14 rokêtan êrîşî ser navenda leşkerî ya K1 ya Amerîkî li Kerkûkê hatibû kirin û di encam de karmendekî medenî yê artêşa Amerîkayê hatibû kuştin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.