Çalakvanekî din yê Kurd hate girtin

ji aliyê îtlaatê ve hatiye girtin
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên taybetê ji Rojhilatê Kurdistanê, hêzên Îtlaata Îranê li bajarê Kirmaşanê, çalakvanekî Kurd girtine.

Jêder behsa vê yekê dikin ku çalakvanê Kurd Babek Debîriyan roja sêşemê ji aliyê hêzên îtlaatê ve li Kirmaşanê hatiye girtin û bo cîheke nediyar hatiye veguhastin û heta niha kes nizane li kûderê ye û çi bi ser vî hatiye.

Her çend heta niha sedema girtinê nehatiye diyarkirin lêbelê hate diyarkirin ku Debîriyan di nava kolaneke Kirmaşanê de hatiye girtin û pişt re jî hêzên îtlaatê li mala vî operasiyoneke lêgerînê pêk anîne.

Herwiha şeva derbasbûyî jî li Kirmaşanê bi minasebeta çileya kuştiyên xwepîşandanên Îranê xwepîşandan hate kirin lêbelê hêzên ewlekarî yên Îranê bi tundî êrîşî ser xwepîşanderan kirine. Heta niha derbarê xwepîşandanên duhê de ti zaniyarî nehatiye belavkirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.