îran li Bakûrê oqyanûsa Hîndî, bi Rûsya û Çînê re tetbîqatek dike

ev yekem tetbîqa hevbeş ya wan sê welataye
کوردستان TV
100%

Îran ragihand ku li bakûrê Oqyanûsa Hîndî, bi Rûsya û Çînê re tetbîqatek hevbeş ya behrê dê bike. Çaverêye ku tetbîqat roja Şemiyê despê bike. Cara yekê ye ku di navbera her sê dewletan de tatbîqata behrê dê bê kirin.

Tetbîqat di demeke ku Washîngton toleyên giran yên ekonomîk li ser Tehranê dike pêk tê ku di heman demê de Îran dixwaze bi Rûsya û Çînê re hevkariya leşkerî bihêztir bike.

Berdevkê Artêşa îranê General Abolfazl Shekarchi, da zanîn gera tetbîqata ku pêşxisitina ewlehîya heremî jixwe re dike armanc, heta Behra Ummanê dê fireh be.

Ev tetbîqat weke bersiva tetbîqatên Amerîka û Erebîstana Siûdî tê nîrxandin.

Li Kendava Basrayê, bi êrîşên ser senayiya neftê ya Sîûdî li heremê tansiyona zêde dibe. Amerîka jibo piştgiriyê grubek leşker û mûşekan hinartibû.

Her çiqas Serhildêrên Hûsî yên Yemenê, êrîşan girtibin serxwe jî, Washîngton û Erebîstana Siûdî ji êrîşan Îranê tawanbar dikin lê Îran van îdiayan red dike.

Voa

 

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.