Li Dîwaniyeyê jî agir bi navendên aliyên siyasî hate berdan

zirarên mezin yên madî ber wan navendan ketine
کوردستان TV
100%

Jêderek ji bajarê Dîwaniyeyê ya li Başûrê Îraqê ragihand ku duhê bi şev xwepîşander li bajarê Dîwaniyeyê agir berdane navendên part û aliyên siyasî yên Îraqê.

Jêder herwiha eşkere kiriye ku di encama agir berdanê de zirarên madî gelek mezin ber wan navendan ketine.

Weke tê zanîn beriya niha jî li çend bajarên din weke Besre, Zîqar û Nasiriyeyê jî xwepîşander agir berdabûn navendên aliyên siyasî.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.