Li gor jêderên nûçeyan duhê artêşa Sûriyeyê bi piştgîriya asmanî ya balefirên Rûsiyeyê li Başûrê Îdlibê derbeke dijwar li çekdarên Nusre yên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştîvanîkirin daye.
Jêder behsa vê yekê kirin ku artêşa Sûriyeyê kariye devera El Teh ya li Başûrê Îdlibê yaku yek ji navendên herî giring ya Nusreyê ye, xistiye destê xwe.
Herwiha hate zanîn ku di nava 7 rojan de hêzên rejîmê bi piştîvaniya Îran û Rûsiyeyê karîne li derdorê Îdlibê herî kêm 20 gundên din ji destê çekdarên nêzî Tirkiyeyê rizgar bikin.
Ji aliyeke din ve jî duhê Serokê Tirkiyeyê gotibû ku hijmareke zêde penaberên Îdlibê berê xwe dane ser sînorên Tirkiyeyê û Tirkiye êdî nikare ti penaberan bihewîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin