Termên her du kolberên ku beriya 5 rojan di nava berfê de li geliya Tete ya Hewramanê wenda bibûn duhê hatin dîtin.
Ev her du kolber birayên hevin û xelkê gundê Nê ya ser bi bajarê Merîwanê ne.
Beriya 5 rojan di nava berfê de asê mabûn û her du canê xwe ji dest dabûn.
Piştî 5 rojan xelkê Hewraman û Merîwanê karîn bi derfetên xwe li qontarên geliya Tete bigerin û termên wan her du kolberan di bin berfê de derbixin.
Duhê bi merasimeke berfire termê her du bira li gundê Nê hate weşartin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin