Li Îraqê sê kes xwe berbijêr kirine

hîn jî kes nikariye xwe berbijêr bike
کوردستان TV
100%

Qirîza ava kirina hikûmeta nû li Îraqê didome, îro pêncşem dema ku bo diyar kirina berbijêrê nû yê Serokwezîriya Îraqê hatibû diyarkirin bi dawî hat, lê ne Serokkomar û ne jî aliyên din yên Îraqê nikarîn kesek bo postê Serokwezîriya nû ya Îraqê berbijêr bikin.

Hate zanîn ku heta roja duşem dîsa dem bi Serokkomarê Îraqê hatiye dayîn daku kesek bo postê Serokwezîriyê berbijêr bike.

Kurd mercên xwe hene bo piştgîrî kirina berbijêr nû û mercên Kurd jî girêdayî bûna berbijêrê bi destûr, şeraket û hevpariyê, dijatî nekirina Kurdistanê ye.

Herwiha aliyên şîî bi taybetî xwepîşander jî mercên wan hene û eşkere dikin lazime berbijêrê nû ser bi ti aliyeke siyasî nebe.

Hate zanîn ku niha sê kes li Îraqê xwe bo vê postê berbijêr kirine ku ew her sêkes jî ewin; Tofêq Hemûd, Eliya Sirî û Elî Ebdulemîr Elawî, lê hîn jî nayê zanîn ka gelo xwepîşander wan kesan qebûl dikn anjî na.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.