Balyozê Kanadayê: Em dixwazin peywendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê pêş bixin

behsa çend mijarên taybet bi deverê kirin
کوردستان TV
100%

Balyozê nû yê Kanada li Iraqê Ulric Shannon ragihand ku welatê wan bi girîngî li peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê dinêre û got ku ew dixwazin di hemû astan de peywendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê pêşbixin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro berî nîvro pêşwazî  li Balyozê nû yê Kanada li Iraqê Ulric Shannon kir û pîrozbahiya destbikarbûnê li erkê wî yê nû de kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.

Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo Kanada dubere kir ku di şerê dijî DIŞIê de û di çarçoveya Hevpeymaniya Nawdewletî de hevkariya serbazî û mirovî pêşkêşî Herêma Kurdistanê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo berdewamiya zêdetir peywendiyên li gel Kanada û pêkanîna derfeta baştir a ji bo veberhênan û sermayeguzariya wî welatî nîşan da.

Di hevdîtinê de Balyozê nû yê Kanada dubare kir ku welatê wan bi girîngî li peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê dinêre û di piştgîrî û hevkariyên xwe yên ji bo Herêma Kurdistanê de jî berdewam dibe.

Ulric Shannon herwiha diyar kir ku ew kompaniyên Kanadî han didin ku werberhênan û sermayeguzariyê li Herêma Kurdistanê bikin.

Nirxandina rewşa navçeyê bi giştî û metirsiyên serhildana terorê û girîngiya berdewamiya hevkarî û hemahengiya navdewletî ya ji bo rûbirûbûna wan, mijareke din a hevdîtinê bûn.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.