Serok Barzanî derbarê roja alaya Kurdistanê de peyamek belavkir.
Ev jî tekesta peyama Serok Barzaniye;
Bi minasebeta roja alaya Kurdistanê gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî malbetên şehîdan, pêşmergeyên qehreman û tevahiya welatiyên hêja yên Kurdistanê dikim. Alaya Kurdistanê sembola yekgirtî, azadîxwazî, qurbanî dan û aştîxwaziya gelê Kurdistanê ye.
Bi vê minasebeta han tekez li ser peyama aştî û bihevre jiyanê li Kurdistanê de dikin û hezaran silav li rihê paqêjê wan şehîdan dikin û canê xwe bo alaya pîroz ya Kurdistanê gorî kirine.
Bijî Kurd, bijî Kurdistan
Mesûd Barzanî
17.12.2019
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin