Îraq DIŞIê vedigerîne Şingalê

dibêje nasnameya tevahiya wan li cem me heye
کوردستان TV
100%

Fermandarê hêzên pêşmerge yên Êzidî diyar kir ku hikûmeta Îraqê dest bi vegerandina wan Erebên ku pester endamên DIŞIê bûne bo devera Şingalê kiriye.

Fermandarê hêzên pêşmerge yên Êzidî li Şingalê Qasim Şeşo diyar kir ku hikûmeta Îraqê dest kiriye bi vegerandina wan Erebên ku pêştir di nava DIŞIê de bûne bo devera Şingalê.

Şeşo herwiha eşkere kir ku cara herî dawî beriya du rojan hikûmeta Îraqê komeke Ereb şandiye devera Şingalê ku tevahiya wan pêştir endamên DIŞIê bûne û di nava wan de jî Emîrên berê yên terorîstên DIŞI hene.

Nav hatî eşkere kir ku ev DIŞI yên ku hatine vegerandin bo Şingalê heman ew DIŞI ne ku di dema xwe de êrîşî ser Şingal û Êzidiyan kirine.

Şeşo tekez li ser vê yekê kir ku tevahiya wan DIŞIyên ku hatine vegerandin dinasin û zaniyariyên temam derbarê nasnameya wan de li cem wan heye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.