Piştî zêde bûna liv û tevgerên terorîstên DIŞIê li derdorê bajarokê Kolecuyê, îro hêzên pêşmerge bi mebesta parastina aramiya deverê operasiyoneke berfire li deverê de lidar xistin.
Di operasiyonê de tevahiya wan dever û cîhên ku texîm dihate kirin ku terorîstên DIŞI xwe têde vedişêrin hatin kontrolkirin.
Di wan demên dawî de liv û tevgerên terorîstên DIŞIê li devera Kolecu û derdorê zêde bûne û di encama êrîşên terorîstên DIŞIê de jî çend pêşmerge şehîd bibûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin