Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya berpirsê nivîsgeha Yekîtiya Ewrûpayê yê li Hewlêrê Vencet Gium kir.
Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi awayekî kurt behsa rewşa herêma Kurdistanê û hewldanên aliyên siyasî yên bo pêk anîna hevpeymaniya firaksiyonên Kurdî li Bexdayê kir û balkêşande ser diyaloga navbera Bexda û Hewlêrê.
Di berdewamiya civînê de jî şanda mêwan jiber hevkariya hikûmeta Kurdistanê ya bo çalakî û projeyên nivîsgeha YE li Kurdistanê û herwiha hevkarî kirina koçber û penaberan siyasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir.
Giftûgo kirin li ser rewşa giştî ya deverê, xwepîşandanên Îraqê û rewşa deşta Nînowayê mijarêndin yên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin