Li gor jêderên taybetî jî Rojhilatê Kurdistanê,duhê êwarê hêzên çekdar yên rejîma Îranê êrîşî ser karwaneke kolberên Kurd kirine.
Jêder diyar kirin ku di encama êrîşa han de yaku li sînorê bajarê Şinoyê de pêk hatiye, kolberekî Kurd bi navê Ezîz Merûfî canê xwe ji dest daye.
Weke tê zanîn rexmî hebûna biryara fermî ya hikûmetê bo êrîş ne kirine ser kolberên Kurd, lêbelê hêzên çekdar yên rejîmê rojane êrîşî ser kolberên Kurd dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin