Serokwezîrê Kurdistanê peyamek pêşkêşî Serokwezîrê Brîtanyayê kir

dibêje hêvî dikim bihev re têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê bihêztir bikin
کوردستان TV
100%

Piştî serkeftina partiya Parêzgaran di hilbijartinên Brîtanyayê de, Serokwezîrê Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî Serokê partiya Parêzgaran û Serokwzîrê Brîtanyayê kir ku ev jî tekesta peyama Serokwezîrê Kurdistanê ye;

Serokê partiya Parêzgaran û Serokwezîrê Şahnişîna Yekgirtî birêz Boris Johnson

Bi boneya serkeftina dîrokî ya partiya Parêzgaran di hilbijartinên Brîtanyayê de, jiber serkeftina han ya dîrokî pîrozbayî li we dikim, hêvî dikim bihev re kar bo geşe pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Şahnişîna Yekgirtî bikin.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.