Îro şemî li Pîrmamî Serok Mesûd Barzanî li gel berpirsên desteya rêxistina girseyî û pîşeyî yên Partiya Demokrata Kurdistanê û her sê Sekreteriyetên jinan, xwendekaran û ciwanan civiya..
Di vê civînê de Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser rewşa siyasî û guhertinên dawî yên li ser asta Iraq û navçeyê û herwiha behsa gefên li pêş gelê Kurdistanê û çawayiya rûbirûbûna wan gefan kir.
Serok Barzanî behsa rola bi bandor û yek alîkerê Partiya Demokrata Kurdistanê ya di parastin û berevanîkirina Kurdistanê kir û ragihand ku di hilbijartinên bihurî da xelkê Kurdistanê padaşta helwestên PDK da.
Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo proje û bernameyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bo çaksazî ya di warên cûda cûda de, rêxistin û baştirkirina rewşa hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê diyar kir û ev yek bi pêngaveke girîng ya bo pêşkeftina herêma Kurdistanê wesif kir.
Di beşekî dinê vê civînê de Serok Barzanî ji bilî balkişandine ser girîngiya rêxistinên jin û xwendekar û ciwanan, tekez li ser pêşengbûna rola jinan, xwendekar û ciwanan ya li hemû guhertin û pêşveçûnek de kir. Serok Barzanî palpiştiya xwe ya tevahî ji bo daxwaziya ciwan, xwendekar û jinan ragihand û daxwaz jî kir ku ew sê rêxistinên girîng ji bo wan prensîpên xwe vegerin ku bi wê navê de hatine damezrandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin