Serokê komîteya têkiliyên derve yên civata nuneran ya Amerîkayê Eliot Engel derbarê êrîşên Tirkiye û cîhadiyan de yên li dijî Rojavayê Kurdistanê ragihand ku Erdogan li gel îslamîstên terorîst li dijî Kurdan li Bakûrê Sûriyeyê operasiyoneke xwînavî dane destpêkirin û komkujiya etnîkî li dijî Kurdan meşandine.
Eliot Engel herwiha eşkere kir ku niha Erdogan zorê li koçberên Ereb û Tirkmanên deverên din yên ku li Tirkiyeyê bicîh bûne dike daku biçin bajarên Kurdî û di nava malên Kurdan de bicîh bibin.
Eliot eşkere kir ku Erdogan û kiriyarên vî sedema bingehîn ya nearamî û aloziyên heyî yên li deverê dene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin