Amerîka Îran û çekdarên ser bi Îranê hayedar dike

dibêje emê bersifeke dijwar bidin wan
کوردستان TV
100%

Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo derbarê hewldanên Îranê yên li Îraqê û herwiha çekdarên ser bi Îranê yên li Îraqê de huşdariyeke gelek tund da Îran û çekdarên ser bi Îranê.

Pempeo diyar kir ku eger Îran anjî çekdarên ser bi Îranê her cure êrîşek bikin ser hêzên Amerîkî anjî hevpeymanên Amerîkayê vê demê vê Amerîka gelek bi tundî û dijwarî bersifa wan bide.

Pempeo aniye ziman ku heta niha çekdarên Îraqî yên ser bi Îranê çend car êrîşî ser navend û hêzên Amerîkî kirine û cara herî dawî jî êrîşî ser navendên leşkerî yên Eyn Esed û balefirgeha leşkerî ya li Bexdayê kirine.

Amerîka berdewame li ser lêkolîn kirin li ser wan êrîşan û vê bersifeke gelek dijwar bide kes û aliyên ku êrîş pêk anîne.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.