Îsraîl wê di nav salekê da cara 3. hilbijartina pêşwext bike

hikûmeta hevpeymanî nayê avakirin
کوردستان TV
100%

Li Îsraîlê hikumeta hevpeymanîyê nehatiye pêkanîn ji ber wê li welêt cardin hilbijartina pêşwext wê çêbibe.

Li Îsraîlê hikumeta hevpeymanîyê nehatiye pêkanîn ji ber wê li welêt cardin hilbijartina pêşwext wê çêbibe.

Li Îsraîlê îsal du hilbijartinên pêşwext hatin kirin, yek jê di 9ê nîsanê da bû, ya din jî di 17ê îlonê da bû. Lêbelê dîsa jî hikûmeta hevpeymanîyê ava nebû û ji ber vê yekê jî li welêt cara 3yem e ku hilbijartin wê çêbe.

Piştî hilbijartina meha îlonê Serokomarê Îsraîlê Reuven Rivlin Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu û pêşengê Tifaqa Hêşîn-Spî Benny Gantz ji bo avakirina hikûmeta koalîsyonê wezîfedar kiribû, lê serkeftî nebûbûn. Rivlin paşê Meclisa Îsraîlê seba avakirina koalîsyonê wezîfedar kiribû, lê ev dem jî şeva çarşemê tije bû.

Ji ber ku li ser avakarê koalîsyonê lihevkirin çênebû, li gor qanûnê Meclis otomotîk fesih bû û hilbijartina pêşwext ferz bû.

Ji bo ku hilbijartin di 2yê adarê da were kirin, li meclisê dengdayîn hat kirin û 91 parlamenteran gotin erê. Ji bo ku pêşnûna bibe qanûn divê du carên din jî li ser dengdayîn çêbe.

Heke pêşnûma were qebûlkirin dilbijartin wê di 2yê adara 2020î da were kirin.

Bianet

 

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.