Wezareta derve ya Îranê daxuyaniyek weşandiye û têde welatiyên xwe agahdar kiriye daku serdana Amerîkayê nekin.
Di daxuyaniya wezareta derve ya Îranê de hatiye diyarkirin ku welatiyên Îranî li Amerîkayê bi awayekî kefî tên binçavkirin û demeke dirêj di bin çavan de dibin û rastî nizîkatiyên şaş tên.
Di daxuyaniya han de bi taybetî mamoste, zana , akademîseyên û rayedarên Îranî hatine huşiyarkirin û ji wan re hatiye gotin heta gelek pêwîst nebe serdana Amerîkayê nekin.
Hêjayê gotinê ye di destpêka vê hefteyê de di navbera Îran û Amerîkayê de welatiyên girtî hatibûn guhertin û Îran welatiyeke Amerîkî azad kir û li hember de jî Amerîka welatiyeke Îranî azad kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin