Fermandarê giştî yê hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Kobanê dilgiraniya xwe ya li hember gotinên Erdogan ku gotbû evê 1 miliyon koçberên Sûrî di navbera Girê Spî û Serê Kanî de bicîh bikin diyar kir û ragihand ku ev yek guhertina demografiya deverê ye.
Mezlûm Kobanê herwiha eşkere kir ku lazime Amerîka û Rûsye ku li gel Erdogan rêkeftin îmze kirine rê nedin guhertina demografiya deverê û pêşî ji pêngavên Erdogan bigirin.
Ji aliyeke din ve Mezlûm Kobanê li gel hijmareke zêde ji Şêx û kesayetiyên navdar yên deverê civiya û di civînê de behsa êrîşên Tirkiye û cîhadiyan bo ser deverê kir û ragihand ku Tirkiye bi rêya wan cîhadiyan dixwaze demografiya deverê biguhere lewre lazime em bi hevre li dijî wan hewldanan rawestîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin