Amerîka huşdarî dide welatiyên xwe

dibêje rewşa Îraqê gelek aloz û serdana Îraqê nekin
کوردستان TV
100%

Duhê balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê daxuyaniyek derbarê rewşa Îraqê de belav kir.

Di daxuyaniya han de behsa vê yekê hatiye kirin ku tê payîn rewşa Îraqê jiber berfire bûna xwepîşandanan aloztir bibe lewre lazime welatiyên Amerîkî eger neçar nebin serdana bajarên başûr û naverasta Îraqê nekin.

Herwiha daxwaz ji welatiyên Îraqî hatiye kirin ku ev welatiyên ku li Bexdayê ne nabe serdana cîhên qerebalix bikin û bila her tim li gel balyozxaneyê di têkiliyan de bin.

Balyozxane herwiha eşkere kiriye ku roja sêşemê û salvegera tune kirina DIŞIê ye, vê rewşa Îraqê gelek aloz be, xwepîşandanên zêdetir werin kirin û hêzên ewlekarî jî li bajarên curbicur ketine amadebaşiyê.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.