Qeyis Xezelî: Vê gelek kes werin kuştin

dibêje pilan heye ku gelek kes werin kuştin
کوردستان TV
100%

Serokê komên Eyaîbî Ehlîheq Qeyis Xezelî derbarê xwepîşandanên roja sêşemê yên li başûr û naverasta Îraqê de huşdarî da.

Xezelî diyar kir ku vê di xwepîşandanên roja sêşemê de gelek kes werin kuştin jiber ku hin alî yên ku li dijî Îraqê ne û dixwazên rewşa Îraqê aloztir bikin, fêde ji rewşa heyî ya li Îraqê werbigirin û bi navê hêzên ewlekarî yên Îraqê êrîşî ser xwepîşanderan bikin.

Nav hatî herwiha eşkere kir ku zaniyariyên bawermend di destê wan de hene ku vê roja sêşemê li Bexdayê gelek karên têkderane werin kirin û gelek kes jî werin kuştin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.