Balefirxaneya leşkerî ya Bexdayê hate topbaran kirin

herî kêm 5 kes birîndar bûne
کوردستان TV
100%

Îro danê sibê fermandariya antî terorê ya Îraqê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku balefirgeha leşkerî ya Bexdayê hatiye topbarankirin.

Di daxuyaniya Fermandariya antî terora Îraqê de behsa vê yekê hatiye kirin ku îro danê sibê bi mûşekan balefirgeha leşkerî ya Bexdayê yaku di nava balefirgeha navnetewî ya Bexdayê deye hatiye topbarankirin.

Li gor daxuyaniyê di encama topbaranê de herî kêm 5 kes birîndar bûne û zirarên madî ber balefirgehê ketine.

Ji aliyekê dinve balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê jî zingola (alarma) metirsiyê lêdaye.

Ji aliyeke din ve hin jêderên çapemeniyê jî behsa vê yekê dikin ku armanca topbaranê hêzên Amerîkî û balyozxaneya Amerîkayê bûye.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.