Tirkiye 14 hezar polîs amade dike

li bajarên dagîrkirî yên Rojavayê wan bicîh dike
کوردستان TV
100%

Hikûmeta Tirkiyeyê biryar daye daku bo her du bajarên Rojavayê Kurdistanê Girê Spî û Serê Kanî 14 hezar polîsan amade bike.

Artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê piştî êrîşên xwe yên bi çekên giran, çekên qedexe kirî û bordimanan, ev her du bajarên Rojavayê Kurdistanê dagîr kiribûn.

Piştî prosesa dagîrkeriyê vê carê hikûmeta Tirkiyeyê jî dest bi pêngavên xwe yên bo guhertina demografiya wan bajaran kiriye û di vê çarçoveyê de dest bi amadekariyên berfire kiriye.

Hikûmeta Tirkiyeyê hewl dide 14 hezar polîs bo wan her du bajaran û derdorê wan amade bike.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.