Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê, di çarçoveya operasiyonên girtinê de yên ku li dijî çalakvanên Kurd li bajarên curbicur yên Rojhilatê Kurdistanê de piştî xwepîşandanên Îranê destpê kirine, 7 welatiyên din yên Kurd hatine binçavkirin.
Jêder behsa vê yekê dikin ku 4 ji wan welatiyan şêniyên bajarê Seqizê ne ku ji aliyê îtlaatê ve hatine girtin û bo navenda serekî ya îtlaatê ya li Sineyê hatine veguhastin.
Herwiha hate zanîn ku 3 ciwanên din yên ku yên ku şêniyên bajarê Ciwanroyê ne, bi hinceta ku di xwepîşandanan de beşdar bûne ji aliyê îtlaatê ve hatine girtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin